Qetlîama Şengalê û PKK-Haşdî Şabî
Îbrahîm GUÇLU

Qetlîama Şengalê û PKK-Haşdî Şabî

Aug 04 2023

Îbrahîm GUÇLU

Beriya 9 salan li Şengalê li hemberî birayê me yên Kurdên Êzîdî qetlîamek pêk hat. Divê bê zanîn ku her sal di 3ê Tebaxê de êşa Kurdên Êzîdî û hemû kurdan jinûve xwîn dibe û birîn vedibe.

DEAŞê di 3ê Tebaxa 2014an de êrîşî herêma Mûsûlê, Şengalê û derdora wan kir û dagir kir. Kurdên Êzîdî jî li wan herêman cîwar bûn. Encama êrîşên hovane yên DAEŞê bi hezaran Kurdên Êzîdî hatin kûştin. Bi hezaran Kurdên Êzîdî revandin û piraniya wan jî jin û zarok bûn.

Bi sedhezaran Kurdên Êzîdî ji qetlîam û hovitiya DAEŞê reviyan çûn çiyayên Şengalê, Dewleta Federe ya Kurdistanê. Beşekî wan yê biçûk jî çûn Rojavayê û Bakurê Kurdistanê. Nûha jî piraniya wan li Başûrê Kurdistanê di qampan de jiyana xwe didomînin.

Ev qetlîama di sedsala 21an de li ber çavên dinyayê pêk hat. Ev tunekirin û qirkirina Kurdên Êzîdî bû. Ew tewanek bû. Loma jî divê dinya vê bûyerê wek qirkirina Kurdên Êzîdî bi giştî bipejirîne. Neteweyên Yekgirtî divê vê qirkirina Şengalê erê bike.

Ji bona vê yeke gelek rêxistinên siwîl û komeleyên kurdan û lobiya kurdan ji bona ku li Ewrûpayê qirkirina Kurdên Êzîdî bê pejirand xebat kirin û di xebata xwe de jî serkeftî bûn. Ev xebata hîn jî didomîne.

Parlamentoya Hollandayê û Belçîkayê di Tirmeha 2021an de qetlîama li hemberî kurdên êzîdî wek qirkirinê pejirand.

Serokwezîrê wê deme Neçîrvan Barzanî ji bona kurdên êzîdî bên rizgarkirin “Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Ezîdî” ava kir. Vê Ofîsê jî xebatên hêja li darxistin. Encama vê xe batê gelek kurdên êzîdî rizgar bûn. Hejmara wan Kurdê Ezîdî ji 4 hezaran derbas dibe. Ew vegeriyan nav malbatên xwe û gele xwe.. Wan di derbarê êşkenceyên DAEŞê û karen wan yên hovane de agahdariyên gelek hêja dan.

Lê dîsa jî rewşa gelek Kurdên Êzîdî nayên zanîn: Gelekên wan wenda ne û di bin zûlma DAEŞê de jiyana xwe didomînin.

Kurdên Êzîdî, 3ê Tebaxa 2014an, roja qirkirina fermana xwe qebûl dikin. Ev jî tespîteke gelek di cî de ye. Wê rojê, jiyana Kurdên Êzîdı bi her wawayî hat guhertin. Ji bona wan jiyaneke gelek trajik û dramatik dest pê kir.

Wek tê zanîn ku Şengal dema DAEŞê êrîş jî kir, di bin desthilatdariya Hikûmeta Federal ya Iraqê de bû. Hikûmeta Navendî ya Federal ji bona Şengalê nedikarî tiştekî bike. Lê Serokê Kurdistanê li hemberî DAEŞê operasyonek dest pê kir. Bi xwe jî, ji operasyonê re serokatî kir. Şengal di 13.10.2015an de ji DAEŞê hat rizgar kirin.

Hezar mixabin piştî ku DAEŞ ji Şengalê hat derxistin, ev car ji bona Şengala pêvajoyeke nû dest pêkir. Rêxistinên terorîst û biyanî û dagirker yên wek PKKê Şengal dagir kirin. Piştî wan Şengal dagir kir, Şengaliyan nikarî vegerin Şengalê. Lewra li Şengalê ji bona jiyanê ewlekarî pêk nehat. Şengaliya jiyana xwe di qampên penaberî de domandin. Hîn jî jiyana xwe bi vî awayî didomînin.

Ji bona ku Şengalî ji vê jiyanê xelas bibin û vegerin bajar û herêma xwe di bin çavderiya Neteweyên Yekgirtî de di navbera Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Federe ya Kurdistanê de peymanek çêbû. Di peymanê de ji bona ku jiyana Kurdên Êzîdî xweştir û baştir bibe, gelek xal hatin qebûl kirin. Xala girîngtir ya peymanê ew bû ku PKKê û hemû rêxistinên terorîst yên li Şengalê, Şengalê terk bikin û Şengalê vala bikin. Lewra dema ev yeka pêk naye, wê deme xalên din yên peymana cîbicîkirin nabe. Nûha jî ew rewşa didomîne.

Gelek berpirsiyarên Kurdistanê û berpirsiyarên Kurdên Êzîdî, di roja qetlîama Kurdên Êzîdî de di vê derbarê de nêrînên gelek girîng tînin ser zimên.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê ragîhand ku cibicîkirina rêkeftina Şingalê take rê ye ji bo asayîkirina rewşa Şingalê û vegera koçberan li ser cih û warê xwe.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di konferanseke rojnamevanî de li Duhokê ragihand, cibicîkirina rêkeftina Şingalê take rê ye ji bo asayîkirina rewşa Şingalê, ew çekdarên niha li Şingalê ne bi awayekî ne yasayî li wir in û divê jê derkevin, ji ber ku take astengî li pêş cibicîkirina rêkeftinê ye.”

Rêber Ehmed got: “Hêvîdar in di demeke nêzîk de rêkeftina Şingalê were cibicîkirin û ew koçberan bi serbilindî vegerin ser cih û warê xwe.”

Herwaha got: “Xala girîng ew e, Şingal bê avedankirin, li gor rêkeftinê, pêwîst e Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Iraqê tîmeke hevbeş pêk bînin û bi hevkariyên welatan, tevahiya xizmetan ji xelkê Şingalê re bêne dabînkirin û xelk vegere. Berî her tiştî jî divê ewlehî û aramî vegere Şingalê.”

Wezîrê Navxwe tekez kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye ji bo avedankirina Şingalê, pêwîst e Iraq jî amadehiya xwe ji bo pêkanîna tîmeke hevbeş bi Hikûmeta Herêmê re nîşan bide.”

Fermangeha pêwendiyên derve ya Herêma Kurdistanê ragihand, koçberên êzîdî ji ber hebûna komên çekdar nikarin vegerin Şingalê.

Fermangeha pêwendiyên derve ya Kurdistanê bi helkefta heft saliya cînosayda Şingal û kurdên êzîd ji aliyê DAIŞê ve peyamek belav kir.

Di peyamê de hatiye gotin, cînosayda 9 sal beriya niha ya kurdên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve, ew qasî tawanek mezin bû ku ne tenê gelê Kurdistanê lê civaka navdewletî jî nekarî li hember wê bêdeng bimîne.

Fermangeha pêwendiyên derve spasiya wan welat û rêxistinan kiriye ku cînosayda êzîdiyan bi fermî pesend kirine û ragihandiye, ewê hewl bidin welatên din jî vê yekê pesend û qebûl bikin.

Di daxuyaniya fermangehê de hatiye gotin jî, bi navcîtiya NY hikûmetên Kurdistan û Iraqê bo vegera koçberên êzîdî rêkeftinek îmze kirin lê mixabin ji ber hebûna çekdarên ku ti eleqeya wan bi kurdên êzîdî û Şingalê ve nîne, koçberên êzîdî nikarin vegerin ser cih û warê xwe û bicîhanîna rêkeftinê jî sist bûye. Divê ew komên çekdar ji Şingalê derkevin da ku koçberên êzîdî bikarin vegerin ser cih û warê xwe û hikûmetên Kurdistan û Iraqê û civaka navdewletî bikarin xizmetguzariyê bigehînin Şingalê.

Wekîlekî mîrê êzîdiyan dibêje, komên çekdar û milîsan nahêlin Şingal avedan û aram be.

Wekîlê mîrê êzîdiyan bo pêwendiyan, Cehwer Elî Beg bi helkefta heftemîn salvegera cînosayda kurdên êzîdî ji aliyê DAIŞê ve ji BasNewsê re axivî û got, cînosayda Şingalê birîneka heta hetayî ye û nahê jibîrkirin. Ew cînosayd dê mîna deqeka reş li ser eniya terorêstên DAIŞê bimîne.

Cehwer Elî Beg her wiha got, em daxwaz dikin tevahiya terorîstên DAIŞê yên ku destê wan di cînosayda Şingalê de heye, bên dadgehîkirin û sizadan. Mixabin heta niha dosyeya Şingalê hatiye piştguhxistin û qedera xelkê me ne diyar e. Ev 7 sal derbas bû hîn jî xelkê me nekariye vegere ser cih û warê xwe. Divê hikûmetên Kurdistan û Iraqê kar bikin rewşa Şingalê normal bibe û rêkeftina Şingalê bicîh were.

Wî berpirsê êzîdî anî ziman jî, helbet komên çekdar û milîsên ne qanûnî pêşiya wê yekê digirin û nahêlin Şingal avedan bibe û xelk vegere ser cih û warê xwe. Heta niha gelek gorrên komî nehatine vekirin. Em daxwaz dikin ew gorr bên vekirin.

Rêveberê kempa Şarya ya penaberên Şingalê Hekar Mihemed Emîn diyar kir, îro 03.8.2023ê ji aliyê xelkê ve salvegera cenosayda Şingalê li kempa Şarya û Kebertûyê hate bîranîn.

Rêveberê kempa Şarya ya penaberên Şingalê Hekar Mihemed Emîn ji BasNewsê re axivî û aşkere kir, penaberên Şingalê yên beşdar bûn di merasîma yadkirina komkujiya Şingalê de daxwazê ji Hikumeta Iraqê dikin dosyayê bibin Dadgeha Lahayê da ku keysa cenosayda Şingal bê rêvebirin, çunku heta Iraq nebe endam keysa Şingalê weke pêdivî nayû rêvebirin, lewra îsal jî di salvegera cenosayda Şingalê da penaberên Şingalê daxwaz kirin Iraq bibe endam li dadgeha Lahayê da ku karesat û cenosayd dûbare nebin.

Herwiha Hekar Emîn dibêje: ‘’Îsal ji ber vîrusa Koronayê çi çalakiyên mezin nehatine encamdan, lêbelû penaberên Şingalê çend kesek kom bûn û dengê xwe bilindikirin ji bo wê çendê rêgiriyê li cenosaydan nû bê kirin.’

Di encamê dikarim bibêjim ku Qetlîama Şengalê ev car bi deste Îran û hevalbendên wê rêxistinên terorîst û biyanî û dagirker PKKê û Haşdî Şabî tê domandin.

Tatwan, 04. 08. 2023


المقال يعبر عن رأي الكاتب

411


Rêxistina Dareşekran ya PDK-Sê semînarek saz kir

Rêxistina Dareşekran ya PDK-Sê semînarek saz kir

Aug 04 2023

ARK NEW... Li kampa Dareşekran, rêxistina Dareşekran ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, duh 3yê Tebaxa 2023yan semînareke siyasî û rêxistinî li dar xist. Semînar ji aliyê Dr. Ebdulhekîm Beşar endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê hat lidarxistin.

Dr. Ebdulhekîm Beşar endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan Sûriya PDK-Sê, her weha cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya hêzên şoreş û oposizyona Sûriyê, Itîlafê, semînara rêxistinî siyasî pêşkêş kir.

Dr. Ebdulhekîm Beşar li ser rewşa rêxistinî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya bi hûrgulî rawestiya. Di warê siyasî de behsa pêşhateyên dawiyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kir.

205


Rêxistina Duhokê semînareke rêxistinî û siyasî li dar xist

Rêxistina Duhokê semînareke rêxistinî û siyasî li dar xist

Aug 04 2023

Duh 3yê Tebaxa 2023yan, Mihemed Elî Ibrahîm, endamê komîta navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê semînarek li parêzgeha Duhokê li li dar xist.

Semînar li kampa Faydê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê, bi rê ve çû, tê de Mihemed Elî Ibrahîm, endamê komîta navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan- Sûriya PDK-Sê, semînareke rêxistinî û siyasî pêşkêş kir.

Di semînarê de, bi dehan kes beşdar kir, tê de li ser rewşa rêxistinî ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya bi hûrgulî rawestiya. Di warê siyasî de behsa pêşhateyên dawiyê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kir.

205


YXCDK-R pîrozbahî ji kenala ARK û radiyo Rêbaz re pêşkêş kirin

YXCDK-R pîrozbahî ji kenala ARK û radiyo Rêbaz re pêşkêş kirin

Aug 04 2023

ARK NEWS... Duh 3yê Tebaxa 2023yan, şandeke ji Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî - Rojava, serdana baregeha nû ya kenala ARKê û radiyo Rêbaz, li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Şanda Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava, bi serokatiya Mêrvan Badînî, berpirsê şaxê Herêma Kurdistanê bû û ji endamên şaxê pêk dihat.

Şand ji aliyê Xalid Elî, birêveberê giştî yê ragihandina Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya li Herêma Kurdistan hat pêşwazîkirin.

Şanda Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demoqratî Kurdistanî – Rojava pîrozbahî pêşkêş kirin, û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

192


الاتحاد الأوروبي يتجرع من نفس الكأس التي سقى منها روسيا

الاتحاد الأوروبي يتجرع من نفس الكأس التي سقى منها روسيا

Aug 04 2023

أدان الاتحاد الأوروبي حظر النيجر بث محطة "فرانس 24" و"إذاعة فرنسا الدولية" على أراضيها، متجاهلا حظره بث القنوات الروسية، وقمعه للإعلام الروسي في بلدانه على خلفية أزمة أوكرانيا.
وقالت المتحدثة باسم الاتحاد الأوروبي نبيلة مصرالي في تغريدة على "تويتر": "هذه الخطوة انتهاك خطير للحق في المعلومات وحرية التعبير. والاتحاد الأوروبي يدين بشدة هذه الانتهاكات للحريات الأساسية".

وأعلنت محطة "فرانس 24" التلفزيونية و"إذاعة فرنسا الدولية" (إر إف آي) أن بثهما أوقف في النيجر منذ بعد ظهر الخميس.

وقال مسؤول لوكالة "فرانس برس" إن الإجراء جاء "بتعليمات من السلطات العسكرية الجديدة".

وكتبت وزارة الخارجية الفرنسية في بيانها: "تعيد فرنسا تأكيد التزامها وتصميمها الدائمين على المحافظة على حرية التعبير وحرية الصحافة وحماية الصحافيين".

وأضافت: "في النيجر جاءت الإجراءات المناهضة للصحافة على خلفية قمع استبدادي ينفذه الانقلابيون"، مؤكدة أن "فرنسا تستنكر الانتهاكات الخطرة للحريات الأساسية".

يذكر أن دول الاتحاد الأوروبي بما فيها فرنسا حظرت بث وكالة "سبوتنيك" الروسية، وشبكة RT بالإنكليزية والألمانية والفرنسية والإسبانية والعربية على شبكات التلفزة والإنترنيت، على خلفية أزمة أوكرانيا.

كما حظرت حسابات تابعة للشبكتين الروسيتين على مواقع التواصل الاجتماعي، للتعتيم على دوافع أزمة أوكرانيا، والتغطية على جرائم قوات كييف النازية ضد الروس، والناطقين بالروسية في أوكرانيا.

المصدر: "أ ف ب" + RT

557


A statement from the Kurdish National Council on the 9th anniversary of the genocide in Shingal

A statement from the Kurdish National Council on the 9th anniversary of the genocide in Shingal

Aug 04 2023

ARK News… The General Secretariat of the Kurdish National Council in Syria issued a statement on the ninth anniversary of the genocide in Shingal. The following is the text of the statement:

Statement to the public
Today marks the ninth anniversary of the genocide against the Kurdish people of Shingal Yezidi Shingal. Following a treacherous attack by the dark forces represented by the Islamic State (ISIS), after they seized all the weapons and equipment, both light and heavy, that were left behind by the Iraqi army upon its withdrawal from Mosul,

This gave the terrorist organization an impetus to invade and show a brutality unparalleled in history against a peaceful component coexisting with the neighborhood, which constituted a devastating blow to the presence of the Yezidi component on its historical land as it struggled to survive and preserve its existence.

The disaster was due to the slowness of the international community and the need for its immediate intervention at the time to stop the massacre, as the attack resulted in thousands of victims, including dead, wounded, prisoners and displaced people, in addition to thousands of women and children who were subjected to the worst forms of torture and sexual slavery

The outcome of that tragedy was the death of 5,000 victims, the displacement of more than 350,000 Yezidis, and the kidnapping of 6,417 people, 3,570 of whom were liberated, while about 2,800 are still unaccounted for. Here, reference should be made to the role of the leadership of the region and the Peshmerga in the duty to liberate Shingal and the benevolent endeavors of the Kurdistan Regional Government and Mr. Nechirvan Barzani, then Prime Minister, in establishing the Office for the Follow-up of Missing Persons Affairs;

As these efforts, from them and from many honorable people of the Iraqi people with its various components, resulted in the liberation of most of the prisoners held by the terrorist organization, and we hope that these blessed efforts will continue to provide psychological treatment for these victims as well.

The ninth anniversary of the genocide committed against the Yezidis of Shingal; and its effects are still lingering, as Shingal awaits the return of life with the return of the displaced, rebuilding what was destroyed by the war, and establishing the rule of law by activating and implementing the agreement concluded between the Kurdistan Regional Government and the federal government in Iraq regarding Shingal, as well as everything related to Article 140 that is pending between Baghdad and Erbil to restore security and safety to the areas of Shingal. Once again, with the contribution of Erbil and Baghdad to participate in development and reconstruction and to provide support for the return of the displaced, in addition to paying attention to the dozens of mass graves discovered and what has not yet been discovered, and documenting them for use in bringing criminals to justice.
The ninth anniversary comes, and we hope that the international community and the rest of the countries will follow the example of some countries, such as Germany and Britain, to consider the disaster that occurred against the Yezidis in Shingal as a genocide against the Yezidi component.

Shame and disgrace to the murderers of criminals
Glory to Shingal
Safe return to Shingal families

Qamishlo 3 August 2023 AD
General Secretariat of the Kurdish National Council

349


وفد من محلية ديرك للمجلس الوطني الكوردي يزور قبر الشخصية الوطنية إسماعيل ميرو

وفد من محلية ديرك للمجلس الوطني الكوردي يزور قبر الشخصية الوطنية إسماعيل ميرو

Aug 04 2023

زار وفد من محلية ديرك للمجلس الوطني الكوردي في سوريا أمس الخميس 3 آب 2023، قبر الشخصية الوطنية والاجتماعية الصيدلاني إسماعيل دهام ميرو.

وترأس علي إبراهيم وفد المجلس الوطني الكوردي وضم عددا من أعضاء المحلية، إضافة إلى حضور عائلة الراحل.

ورحل الصيدلاني إسماعيل ميرو, نجل دهام ميرو السكرتير الأسبق للحزب الديمقراطي الكوردستاني - سوريا, في الـ25 من تموز 2023, في مدينة ديرك بكوردستان سوريا.

كان عضواً في المجلس المحلي للمجلس الوطني الكوردي في سوريا منذ التأسيس وحتى وفاته, وينحدر من قرية موزلان Mozelan بريف ديرك.

ناضل في صفوف البيشمركة بإقليم كوردستان في الستينيات وعرف بمواقفه الوطنية والقومية ودفاعه عن القضية الكوردية.

801


The final statement of the third conference of the Syrian Kurdistan Writers Union

The final statement of the third conference of the Syrian Kurdistan Writers Union

Aug 04 2023

ARK News… The Syrian Kurdistan Writers Union held its third conference, and after the end of the conference, the Union issued the final statement of the conference. ARK received a copy of the statement, which read:

The Syrian Kurdistan Writers Union held its third regular conference, which was called “Mahmoud Sabri Conference”, in the city of Qamishlo - Afrin Hall on the twenty-ninth of July 2023 AD, in the presence of members of the branches and the administrative body inside the country, and with the participation of members of the two representations in the Kurdistan region and Europe through the zoom application.

The third conference began by welcoming the attendees and participants, and standing a minute of silence for the souls of the Kurdish martyrs everywhere and all the martyrs of freedom and free pens with the Kurdish national anthem, then the conferees formed a committee to manage the conference’s work according to the agreed work schedule.

The convening of the conference comes at a sensitive stage in which the Kurdish people are going through, in all parts of Kurdistan, and in the diaspora, as the regional regimes “in Syria, Turkey, and Iran” are trying to strangle the Kurdish people politically and economically, and their wounds resulting from ISIS terrorism have not yet healed; Nationally discriminatory policies are still being practiced against them, and their language is being fought despite it being officially banned in universities and institutes in those countries, in order to weaken and end them (with the exception of the federal Kurdistan region, which is a great national gain and has political specificity).

In the other parts, the Kurdish writer faces challenges that can be described as targeting his existential destiny, as he faces, in addition to his harsh political and security conditions, great challenges in order to secure his livelihood, all of which affects his creative conditions for writing and publishing.

The former President of the Union, Mr. Luqman Youssef, delivered a speech in which he referred to the activities and work carried out by the Union during the past two years, in which he referred to the challenges and difficulties facing the Kurdish writer inside the country, and the need to give importance to Kurdish literature and language in extremely complex circumstances, and stressed that the Union, despite all Difficulties has printed and published dozens of books in the Kurdish language for writers, members and non-members, and it has a quarterly magazine that is issued regularly.

The members discussed with high responsibility the items on the work schedule, and an atmosphere of fraternity and cordiality prevailed during the interventions that dealt with the administrative and organizational affairs of the Union in its branches inside the country, and in its representations abroad. He also urged attention to promising young pens, and the conference discussed at length the draft bylaws submitted to it by the Legal Committee, and made some amendments to it in proportion to the nature of the stage and developments, while authorizing the committee formed by the conference to add proposals submitted by branches and representations.

In conclusion, the conference elected a new administrative body that will lead the work of the federation during the coming period, and it will elect a president and a deputy in the first meeting of the body with the formation of committees according to the internal system.
Qamishlo 3/8/2023
Third Conference of the Syrian Kurdistan Writers Union

325


صربيا.. الشاب رامان إبراهيم يفقد حياته في أثناء رحلة اللجوء إلى أوروبا

صربيا.. الشاب رامان إبراهيم يفقد حياته في أثناء رحلة اللجوء إلى أوروبا

Aug 04 2023

بعد انقطاع التواصل معه لأيام، فقد الشاب رامان فرحان إبراهيم حياته خلال رحلة اللجوء إلى أوروبا.

وكان ذوو الشاب قد أطلقوا قبل أيام نداء للمساعدة في معرفة مصير ابنهم الذي انقطع التواصل معه في صربيا.

وينحدر الشاب رامان فرحان ابراهيم "23 عاما" من قريج بليج التابعة لمدينة قامشلو بكوردستان سوريا.

وقبل أيام فقد أربعة شباب من كوردستان سوريا حياتهم اختناقا بشاحنة في أثناء محاولتهم العبور من تركيا إلى أوروبا.

882


Israel: Iran seeks full control of the chemical weapons factories of the Syrian regime

Israel: Iran seeks full control of the chemical weapons factories of the Syrian regime

Aug 04 2023

ARK News… A report issued by the Israeli Alma Center for Research and Education revealed that Iran seeks to control key sectors of the defense industry in Syria, particularly chemical weapons.

The report talked about the production and storage of chemicals in the Syrian regime's Scientific Research Center, with the possibility of their military use in the future, noting that the Syrian regime's investment in chemical weapons posed a serious threat for several decades, as the regime relies on this type of weapon as a deterrent that helps it survive. and uses its stockpile as a guarantee of its survival.

The report said that Iran plays a prominent role in the Syrian regime's centers for the production and storage of chemical weapons, adding that this raises fears of the use of these weapons in any future confrontation with Israel, and that any circulation of the materials that make up chemical weapons could lead to disasters, such as the explosion at the Beirut port resulting from ammonium nitrate.

According to the report, Iran's main focus is on developing and manufacturing precision missiles, guided missiles, ballistic missiles, and drones, using the "scientific research" centers of the Syrian regime.

355


Pages