Hişyariyek ji berpirsekî Herêma Kurdistanê bo kurdên Rojavayê Kurdistanê
Berpirsekî li Herêma Kurdistanê, hişyarî da kurdên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê dijîn û penaber in, ku neçin bajarên din yên Iraqê, ji ber ku dan bi kartên niştecîkirinê yan weke bi Îqame tê naskirin, nakin.
Malpera Kurdistan 24 îro 4ê Berçileya 2023yan, li ser zarê Rêvebirê Nişîngeha Hewlêrê Şêx Kamil Mihemed belav kiriye: "Em welatiyên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê hişyar dikin ku ji ber kar yan her sedemeke din serdana parêzgeh û deverên din yên Iraqê nekin"
Anî ziman jî: "Ji ber ku deverên Iraqî dan bi moletên me nekin û wan vedigerînin, ev jî pêwendiya wê ya sereke bi aliyê siyasî ve heye".
Navbûrî weha jî got: "Ewlekariya her kesê ku bixwaze li Herêma Kurdistanê bimîne, ji ba me pir girîng e. Ji ber wê, berî dana moletê, pişkinîna xwînê û her nexweşiyeke din ji wan re tên kirin".
Li gorî amarên Netewên Yekgirtî zêdetirî 260 hezar ji kurdên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê ne, ji destpêka şerê Sûriyê 2011 berê xwe dane herêmê, di vê dema dawiyê de jî bi hezaran ji malbatên Sûrî bi fermî berê xwe dane herêmê.
90