Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya PDK-Sê piştgirî ji bo vêxistina bîran li kampa Kewregosk pêşkêş kir

Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya PDK-Sê piştgirî ji bo vêxistina bîran li kampa Kewregosk pêşkêş kir

Nov 29 2023

Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya, piştgirî ji bo vêxistina bîrên avê li kampa Kewregoskê ya penaberên Kurd li Herêma Kurdistanê, pêşkêş kir.

Bi sedema karên çakirina hêlên elekitrîkê li Herêma Kurdistanê, kampa Kewregoskê mîna navçe û deverên din, rastî birîna elekitrîka niştîmanî hatiye.

Peyamnêrê ARKê li Kampa Kewregoskê, got: "Birîna elekitrîkê û nekarîna vêxistina jeneratorên bîran, bûne sedema peydabûna kirîza kêmbûna avê ji 2 hefteyan ve".

Sebar kir: "Rêxistina Kewregosk ya PDK-Sê, xwe gihande aliyên pêwendîdar ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê di zûtirîn dem de".

Ji aliyê xwe ve Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya PDK-Sê, piştgirî bi rêya şandina mazotê ji bo vêxistina bîran, pêşkêş kir.

57