Qurbaniyên teqîna Efrînê ber bi bilindbûnê ve ne: 2 kurd in
Duh li navenda bajarê Efrînê Rojavayê Kurdistanê, teqînekê rû da, tê de qurbanî ketin, hejmara qurbaniya ber bi bilindbûnê ve ye.
Teqîn li dergehê bajêr ku bi kevana bajarê Efrînê ya Rojhilatî tê naskirin, derdora demjimêr 6ê êvarê rû daye, tê de hejmarek kes birîndar ketine.
Jêderên xwecihî dane zanîn ku ji bilî çekdaran, sivîl jî bûne qurbanî, û dengê teqînê rewşek ji tevlehevî, û tirs xiste dilê sivîlan de û bi dehan gundên derdora bajêr bihîstin.
Li gorî dawîn agahî, navê 8 kesan ji birîndaran hatiye eşkerekirin, 2 ji wan kurd in ji Efrînê ne yên din ereb in, nasnameya 2 kesan ne diyar e.
Ji aliyê xwe ve Berevaniya Sivî da zanîn ku 19 birîndar in du zarok in û otombêl ji curê barhilgiran e li ser rêbenda Polîsên Leşkerî teqiyaye.
Jêderên din tekez kirin ku ajokarê barhilgirê Ebdulrezaq Elnebhan e, bi navê erkekî leşkarî berê xwe dabû rêbendê niha jî girtî ye û lêkolîn pê re tê kirin û nehatiye diyarkirin ku tometbar e, yan bombe ji otombêla wî re hatiye çandin.
Ji bilî ziyanên mirovî, ziyaneke madî mezin gihişt cihê bûyerê, ew teqîn ya herî mezin ku îsal ta niha tu aliyekê berpirsiyaretiya xwe ji teqînê ranegihandiye.
Di salên bûrî, her dem û demekê teqîn rû didan, lê di vê dawiyê de zincîra teqînan hatibû rawestandin, metirsî li ba şêniyên kurd hene ku careke din dest pê bikin ku piraniya wan teqînan, ji ber nakokiyên di navbera komên çekdar bi xwe de têne encamdan.
114