ENKSê bo PYDê: Rêzê li mafê gel di jiyaneke azad û xweş de bigire
ARK NEWS... Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, îro 18ê Îlûna 2023yan de daxuyaniyek belav kir tê de biryara PYDê ji bilindkirina nirxên sotemeniyê re şermezar kir, û bang li şêniyên kurd kir ku beşdarî di mangirtina siba de bikin.
ENKSê di daxuyaniya xwe de weha gotiye: Hevdemê, xerabûna rewşên aborî û jiyana rojane, li ba taveya Sûriyan, derdeseriya welatiyên hemû pêkhateyên di deverên ku rêveberiya PYDê, bi rê ve dibe, berdewam dike, ji ber siyasetên ku dimeşîne, hêviyên xelkê asteng kiriye û hîn zehmetir dike, bi hezaran ji ciwanên ku bi axa xwe ve girêdayî ne, deriyên xwendinê li pêş wan hatine girtin, rewşeke deronî û dijwar li ba wan afrandiye.
ENKSê daye zanîn ku hîn jî fişar û kiryarên girtinê di dermafê alîgir û endamên ENKSê de berdewam dikin, li aliyekî din asta sepandina bacan, zêde kirine, nexasim rêveberiya PYDê, nirxê mazotê bilind kir, ku bi wê yekê nirxê her kelûpelekê, serbarî kiriya veguhestinê dê pê re bilind bibe, ew jî dê bi nerênî li ser jiyana welatiyan vegere, û bargiraniyeke din li ser milê wan zêde bike, li aiyekî din, dê bandora xwe li ser cotkar û berhemên çandiyinê di dabînkirin û peydakirina mazotê de bike, lewma dê neçar bibin, bi nirxekî giran li bazaran bikrin, dê dilgiranî û metirsî li ser pêşeroke wan çêbibin, ji bilî bijardeya koçberiyê li pêş wan namîne.
ENKSê di daxuyaniya xwe de, gotiye ku hevdemê, her kiryarekê di dermafê çalakvan û endamên ENKSê ji girtinê, her weha armanckirina jêdera nanê wan û birçîkirina wan bi her awayî, şermezar dike, di heman demê de, biryara bilindkirina nirxê mazotê riswa û şermezar dike, ku maozt weke yek ji jêderên petrola xwecihî ye û diviyabû ji bo piştevaniya kerestên serekî ji jiyana xelkê re dabîn bike ne bibe bargirabiyek din.
ENKSê, xwepêşandanên nerzaîbûnê ku li dijî biryra stemkar û siyastenên dijberî welatiyan, derketine, bilind nirxandin, her weha bang li PYDê kir ku rêzê li mafê gel di jiyaneke azad û xweş de bike, û ji biryar xwe vegere. Di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû aliyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û welatiyên kir ku beşdariyê di mangirtina siba li pêş baregeha Netewên Yekgirtî li Qamişlo de bikin û li dijî biryarê derkevin.
840