Çekdar malên kurdan desteser dikin û dikin embarên çek û teqemeniyan

Çekdar malên kurdan desteser dikin û dikin embarên çek û teqemeniyan

Sep 17 2023

Îro agahiyên nû derbarê teqîna çarêya Maratê li navenda bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê belav bûn, ku di encamê de kuştî û birînadar ketine, di nava qurbaniyan de çekdarek û sivîl hene.

Piştî teqînê, hin jêderan dane zanîn ku ji encama teqîna cereya xazê ye, lê bihêzbûna deng û encamên karesatî ji teqînê, hin rastî diyar kirin.

Jêderên taybet û agahdar tekez kirin ku teqîn di mala welatiyê kurd Nebî Îsê ku bi xwe ji gundê Gewrika ye rû daye, û çekdarê di nava Ehrar Elşam de bi navê Esed Barodî ew mal ji xwe re destesr kiriye, û kiriye ambareke çek, mayîn û teqemeniyan, û sedema sereke ji bûyera duh re teqîna wan teqemaniyan e.


Ji bilî çekdarê navborî, her yek ji Ibrahîm Mihemed Merûş û Mihemed Elî Nehal ku bi regez ereb in, jiyana xwe ji dest dane, û ta niha hin term nasnameya wan ne diyar e, di nava koma birîndar de jineke heye û rewşa birîndar ne aram e. Ji bilî ziyanên canî, ziyaneke madî mezin gihişt avahî û otombêlên derdorê.

Bjarê Efrînê bi navçe û gundê xwe ji sala 2018an de ketine bi destê Turkiyê û komên çekdaran de, ji wê demê ve bi sedan teqîn rû dane, û ziyan û baca herî mezin welatiyên sivîl didin û dibine qurbanî.

112