ENKS: Divê PYDê deriyê Sêmalka ji encindeyên siyasî dûr bixîne

ENKS: Divê PYDê deriyê Sêmalka ji encindeyên siyasî dûr bixîne

May 23 2023

ARK NEWS... Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek derbarê naveroka civîna xwe ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li dar ketibû, belav kir.

Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê pîrozbahiya serok Mesûd Barzanî li ser vekirina Mûzexaneya Barzanî ya Niştîmanî kir.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî di daxuyaniya xwe de her weha bi tundî kiryarên PYDê yên ku hiştine deriya Pêşxabûrê were girtin, şermezar kirin.

ENKSê anî ziman ku divê deriyê Sêmalka ji encindeyên siyasî û partîtî dûr bikev, tenê bo karên mirovî bi kar bînin.

Li ser komkujiya Cindirêsê li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ENKSê bang li Hevpeymaniya Niştîmanî ya hêzên şoreş û oposizyona Sûriyê kir ku tawanbaran dadgeh bike, û çekdaran ji nava Efrînê, navçe û gundên wê derxîne.

Li ser mijara Sûriyê tekezî li ser bicîkirina biryara navdewletî 2254 kir.

159