
Welatiyekî Qamişlo di bin eşkenceyê di zîndanên rêjîma Sûriyê de jiyana xwe ji dest da
May 14 2023
ARK NEWS... Tora Rawengeha Sûriyê bo Mafê Mirovan duh 13 Gulana 2023yan ragihand ku li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê welatiyek di bin eşkenceyê de hatiye kuştin.
Tora Rawengeha Sûriyê bo Mafê Mirovan tekez kir ku Xelîl Hesen Elîsa di zîndanên rêjîma Sûriyê de jiyana xwe ji dest daye.
Jêdera navbûrî daye diyarkirin ku welatî tu têkilî û peywendî bi partiyên siyasî yan bi aliyên leşkerî re tune ye, bi xwe ji taxa Eltey ye ku ew tax ya ereban e.
Bajarê Qamişlo di bin destê rêveberiya PYDê de ye, lê çargoşeya ewlehî û firokexane û hin gundên bi ser ve di bin destê rêjîma Sûriyê de ne.
63