
Erebên derbider bi piştevaniya çekdaran daran li Efrînê dişewitînin
ARK NEWS... Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê piroseya birîna daran ji aliyê girûpên çekdar ve berdewam e.
Jêdereke taybet nexwest navê wî were eşkerekirin ji ARKê re ragihand ku, agirekî mezin bi darên çiyayê gundê Cindirêsê ket û ziyenek mezin gihişt daran.
jêdera anî ziman ku erebêb derbider û bi piştevaniya komên çekdar daran dişewitînin û dibirin.
Ameje pê kir ku cihê ku agir vêketiyê di bin dest Elemşat de ye.
Ji dema desteserkirina Turkiyê û girûpên çekdar ji herêma Efrînê re, û darên kurdan û mal mulkên wan têne dizîn herweha mal û milkên wan bi buhaneya endamtiya PYDê têne desteserkirin. Ii gor rêxistinên mafê mirovan û çalakvan û çavdêran ku bi hezaran ji darên zeytûnan û darên çiyayî û merxan hatin şewitandin û birîn, mebesta ji wê yekê da ku bazirganiyê pê bikin û ji xwe re wekû êzing bifroşin.
128