11 sal in çalakvan Ciwan Qetna bi destê çekdarên PYDê hatiye şehîdkirin

11 sal in çalakvan Ciwan Qetna bi destê çekdarên PYDê hatiye şehîdkirin

Mar 25 2023

ARK NEWS .. Îro, 11 sal li ser şehîdbûna çalakvan Ciwan Qetne re derbas dibin, ku di 25/3/2012an li bajarê Dirbêsiyê bi dest çekdarên nenas ve hat terokirin.

Çalakvan Ciwan Qetna sala 1990î li Dirbêsiyê ji dayîk bûye, ji malbateke navdar e, ta asta zanîngehê xwendiye, li zanîngeha Tişrînê beşê Erebî dixwend, piştre ji bo ya Helebê xwe veguhest.

Di despêka şoreşa Sûriyê, di gelek çalakiyan de başdar kiribû, nexasim yên dijî rêjîma Esed lewma bû armanca rêjîma Esed.

Di şeva 25ê Adara 2012an de, ji aliyê çar çekdarên PYDê hat revandin, di heman rojê de termê wî hat dîtin, li warê xwe bi xak hat spartin.

Ş.E



181