ENKS komkujiya Cindirêsê şermezar kir: Karekî terorî ye

ENKS komkujiya Cindirêsê şermezar kir: Karekî terorî ye

Mar 23 2023

ARK NEWS... Piştî tawana Duşema 20ê Adara 2023yan, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê di daxuyaniyeke şermezariyê de şehîdkirina 4 welatiyan li Efrînê ji ber vêxistina agirê Newrozê, bi tundî şermezar kir.

ENKSê ragihand, ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî vê tawana terorîstî bi tundî şermezar dike û daxwazê ji Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyê dike ku bi helwesteke eşkere vê tawanê şermezar bike û tawanbar li dadgeheke navdewletî ya serbixwe werin darizandin.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê ji Turkiyê jî daxwaz kir ku helwestekê nîşan bide û vê tawana terorîstî şermezar bike û tawanbarên wê bûyerê dadgeh bike, ji ber ku Turkiyê li wê deverê desthilat e.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê Herweha bang li Civaka Navdewletî jî kir ku vê tawanê şermezar bikin û lêpirsînê derbarê tawanbarên vê bûyerê de bikin.

Li bajarê Cindirêsê yê ser bi herêma Efrînê çekdarên Ceyş Elşerqiye, ji ber vêxistina agirê Newrozê, gule li hejmarek welatiyên kurd yên ji malbata bi paşnavê Pêşmerg barandin û di encamê de 4 kes şehîd bûn û hejmarek kes jî birîndar bûn.

83