Şêniyên Rojavayê Kurdistanê salvegera 7an ya şehîdbûna Pêşmerge Welat Ebdulkerîm bi bîr tînin

Şêniyên Rojavayê Kurdistanê salvegera 7an ya şehîdbûna Pêşmerge Welat Ebdulkerîm bi bîr tînin

Jan 16 2022

ARK NEWS... Di 16ê Çileya 2021ê salvegera 7an ya şehîdbûna pêşmerge Welat Ebdulkerîm Elî ye, ku ji ber birînên xwe di şerê dijî DAÎŞê li dibistana Xerayic li qezaya Tilefir, şehîd bû.

Şehîdê Pêşmerge Welat Ebdulkerîm Elî, di nexweşxaneyeke Duhokê, di 16/1/2015an de şehîd bû, piştî ku bi her çar şehîdên pêşmerge Emgiyan Badînî, Besam Mihemed Xelef, Basil Hacî û Xemgîn Xelîl Osman, ji aliyê DAÎŞê ve hatibû armanckirin.

Ew herçar şehîdên navbûrî yekser şehîd bûn, lê şehîd Welat ji bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin da ku çareya xwe bibîne, lê ji ber birînên xwe piştî çend rojan şehîd bû.

Şehîdê Pêşmerge Welat Ebdulkerîm Elî, ji şêniyên bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, û li bajarê Zaxo bi xak hat spartin.

Ş.E

419