Çekdarekî Hemzat destê xwe daniya ser 50 hiktarên zeviyên kurdan
ARK NEWS... Rêxistina mafê mirovan li Efrînê da zanîn ku fermandarekî çekdaran destê xwe daniye ser bi dehan hiktarên zeviyên kurdan li Efrînê.
Rêxistinê da zanîn ku tevî muftiyekî giştî hatiye destnîşankirin ku bi navê Şêx Usame Elrîfaî ye, lê binpêkirin, kiriyar û reftarên nemirovî li herêmê nehatine rawestandin.
Li gorî rêxistinê eşkere kiriye ku çekdarê bi navê Tariq Cûriyê ku bi Ebû Emar tê naskirin, di rêya çekdarekî xwe re, bi navê Ebû Hemze destê xwe danî ser bi dehan hiktraên zeviyên kurdan yên xwediyên wan li gundê Meydankê de mane, û berhemên wan zeviyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.
Heman jêderê tekez kir ku xwediyên zeviyan, giliyê xwe li cem komîta vegerandina mafan pêşkêş kirin, lê rastî gefên revandin yan sepandina tometa PYDê hatine.
Rêxistin tekez dike ku beriya niha jî çekdarên navbûrî destê xwe danîne ser 40 hiktarên welatiyên kurd yên koçberkirî li Şehba û Helebê.
Ş.E
550
