
Rojnamevan Rêzan Oaman Master di ragihandinê de wergirt
ARK NEWS... Rojnamevan Rêzan Osman, bawernameya Magister ji beşê raghandinê di zangîngeha Selah Eldîn ya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê wergirt .
Rêzan Osman, nameya xwe ya bi navê "Romala nûçeyan derbarê dozên kurdên Sûriyê di kenalên Erebî de" pêşkêş û gengeşe kir û bi rêjeya geleg baş bawername bi dest xwe ve anî.
Rêzan Osman, endamê komîta herêmê ya PDK-Sê ye, li Helebê peymangeha Tebografî (Pîvana rûberan) dixwend lê ji ber çalakiyên xwe ji aliyê rêjîma Sûriyê ve ji xwendinê hat bidûrxistin, piştre berê xwe da Herêma Kurdistanê û derbasî zanîngehê bû û xwendina xwe berdewam kir.
Rojnamevan Rêzan Osman sernivîserê dezgea me ye û bernameya Hevpîvîna ARKê pêşkêş dikir.
Ş.E
642