Kesayetiya Niştîmanperwer Reşîd Betal Zênel koça dawî kir
Nov 22 2021
ARK NEWS .. Kesayetiya Niştîmanperwer û endamê komîta herêmî ya PDK-Sê Reşîd Betal Zênel koça dawî kir.
Duh roja Yekşemê , 21 Mijdarê xebatkar Reşîd Betal Zênel bavê Qehreman, endamê komîta herêmî ya PDK-Sê di nexweşxaneyeke bajarê Efrînê koça dawî kir û çû ber dilovaniya xwedê, li zêdê xwe li gundê Telef bi xakê hate sipartin .
Reşîd Betal Zênel di ciwaniya xwe de tevlî refên partî bûbû û ta dawiya jiyana xwe li ser rêbaza Barzaniyê nemir bû .
439