Ciwanekî Rojavayê Kurdistanê ji 5 salan ve windayî ye

Ciwanekî Rojavayê Kurdistanê ji 5 salan ve windayî ye

Nov 20 2021

ARK NEWS... Ciwanekî kurd, ji beriya 5 salan ve li Elmanyayê winda bûye, û ta roj îro, malbat tu agahiyekî li ser nizanin û dangûbasên wî hatine birîn.

Ciwanê kurd Mustefa Îbrahîm, ku xelkê gundê Til Rehman yê bi ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve ye, ji beriya 5 salan ve li Dortmonda Elmaniya winda bûye, ta niha jî tu zaniyariyek li ser tune ye.

Mustefa Îbarhîm, jidayîbûyê sala 1996an e, û nişteciyê bajarê Dortmondê bû, ji bo diyarkirina cihê wî malbatê bangek belav kir tê de daxwaz kirin ku her kesek nûçeyekê li ser bizanibe peywendiyê bi malbatê re bike.

Ş.E

349