Nûnerên ENKSê di Itîlafê de bi Wezareta Derve ya Turkiyê re civiyan

Nûnerên ENKSê di Itîlafê de bi Wezareta Derve ya Turkiyê re civiyan

Nov 18 2021

ARK NEWS... Nûnerên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê yên di nava Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Opozisyona Sûriyê de, duh 17ê Mijdara 2021ê, civînek bi nûnerên wezareta derve ya Turkiyê herwea berpirsê doseya Sûriyê re li dar xsit.

Ebdulah Gedo endamê desteya siyasî ya Itlafê di daxuyaniyeke taybet ji ARKê re got, ku nûnerên ENKSê yên di nava Itlafê de bi nûnerên wezarta dever ya Turkiyê herweha berpirsê doseya Sûriyê li Tirkiyê civiyan.

Li gorî Gedo ragihandiye ku civîn derbarê binpêkirinên komên çekdar yên li Efrîna Rojavayê Kurdistanê bû tê de behs hate kirin ku çawa sînork ji binpêkirinan re were danîn.

Şanda ENKSê bi serokatiya Dr. Ebdulhekîm Beşar cîgirê serokê Itlafê û endametiya her yek ji Şelal Gedo, Ebdulbast Hemo, Ebdulah Gedo û Dr. Zuhêr Mihemed herwea Şêxmûs Eco pêk dihat.

Ş.E

184