Xiyaneta 16ê Cotmehê... Hûrgulî û Encam

Xiyaneta 16ê Cotmehê... Hûrgulî û Encam

Oct 16 2021

ARK NEWS... Îro 4 sal li ser xiyaneta 16ê Cotmehê yan weke 16ê Octoberê tê naskirin derbas dibin, tê de bajarê Kerkûkê yê bi dilê Kurdistanê navdar e, û hin deverên din ji destê hêzên Pêşmergeyan derketin û ketin bi din destê çekdarên Heşda Şabî û hêzên Îraqî de.

Îsal jî weke her salekê, şêniyên Kurdistanê mîna van pêşmergeyan digirîn û diqîrin, bi dil û xem û êşeke pir giran, roja reş tênin bîra xwe, ji ber xîyaneta beşek ji YNKê herêma Kurdistanê, Kerkûkê yek ji buhatrîn û dewlementirîn bajar, serbarî deverên Kurdistanî ji dest dan, li şûna hêzên Pêşmerge de çekdar bi cî bûn.

Ev xiyeneta 16ê Octoberê ya sala 2017an, pişt demekê ji birayara dîrokî ya herêma Kurdistanê ji encamdan giştpirsiya serxwebûna herêma Kurdistanê di 25ê Îlûnê de bi serpireştiya endezyarê wê gişpirsiyê Serok Barzanî hatibû encamdan, hat.

Gişpirsiya serxwebûna herêma Kurdistanê, ku rêjeya 93.7 li ser sedî bi dengê belê hat dan, ew encam ne bi dilê nehez û neyaran bû, lewma bi alîkariya beşek ji YNKê eniyên şer bi cî hiştin û paş ve vegeriyan, rê dan çekdarên Heşda Şebî êrîş bikin, û Kerkûkê dagîr bikin.

Xiyaneta 16ê Octoberê bû sedema êrîşa heşda Şebî û dagîrkirina Kerkûk û deverên din û şehîdbûna bi sedan û derbiderbûna bi hezaran, ji bilî wê tawanê, xwestin bajarên Hewlêr û Duhokê û Zaxo jî dagîr bikin, lê hêzên Pêşmergeryan destanên bêhempa tomar kirin, li Sihêla Elton Kobrê, û Mehmûdiyê û hin xalên din nehiştin Heşda Şebî û hêzên Îraqî bostekê berev her bajaran ve biçin.

Fermandarê di hêzên Pêşmerger Mesrûr Barzanî ku yek ji wan beşdarbûyên wan destanan de bû, û planderner bû, got ku serok Mesûd Barzanî ji hêzên Pêşmerge bawer bû ku dujmin nikarin herêma Kurdistanê dagîr bikin. Fermadarê hêzên taybet bi hêzên Pêşmerge de, Mesrûr Barzanî behsa qehremaniya hêzên Pêşmerge kir û got hêzên Pêşmerge xwe kirin cangorî û soz dan yan dê bimrin yan nehêlibin dujmin derbas bibe, tu carî asta moral wan kêm nebû, berûvajî herdem bilind bû û amede bûn ji bo mirinê lewma nehiştin dujmin pêş ve were.

Piştî 4 salan ji nerawestandinê, ked û karê û tekoşîna berdewam partiya demoqratî Kurdistanê PDKê bi serokatiya Mesûd Barzanî, ew yek tekez kir û çespad ku hilgirê projeya netewî ya kurdî ye, xemxawrê Kurdistaniyan e, û careke din bihêz vegeriya Kerkûkê, ji bilî damezrandina odeyeke hevbeş navbera hêzên Pêşmerge bi hêzên Îraqî re li bingeha K1 ya Kerkûkê, û pêşmerger vegeriyan wê bingehê, birbijêrên xwe yên hilbijartinên perlemana Îraqî li Kerkûkê bi ser ketin bi heman şêweyî li Şengalê û Nînewa jî serfeftin para wê pariyê bû, ku ev serkeftin weke gaveke ber vegerandina Kerkûk û Şengalê bo hembêza Herêma Kurdistanê tê binavkirin û herweh PDKê da xuyakirin tu carî alî û komên çekdar nekiran deskeftiyên bi sedê salan yên bi xwîna Pêşmergeyan hatin tomarkitin û afrandin ji nav bibin û têk bibin.

Ş.E


333