Efrîn... 4 sal in berhemên cotkarên kurd têne dizîn û desteserkirin

Efrîn... 4 sal in berhemên cotkarên kurd têne dizîn û desteserkirin

Oct 14 2021

ARK NEWS... Ev e 4 sal in berhemên cotkarên kurd li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê komên çekdar û erebên hawirde ve têne dizîn, desteserkirin û talakirin, neha jî li Efrînê werzê berhevkirin û çinîna berhema zeytûnan e, lê cotkarên kurd rastî pir astegî û zehmetiyan tên.

Li her navçe û gundekî bac li ser berheman têne sepandin, lê gujmê pereyên ku li ser çotkarên navçeya Şiyê ji aliyê çekdarên bi navê Sultan Mûrad ku bi Emşat tê naskirin hatine sepandin, berçav in û cuda ne ji her navçeyeke din.

Li gorî ahagiyên bi destê ARKê ketine, fermadarê bi navê bû Emşe îsal nêzîkî 40 hezar dolarên Emerkî bi tenê li ser gundê Qermitliq sepandiye, ku gujmê pereyan ji 200 dolarên Emerîkî dest pê dike heta 1500 dolar li ser her malekê hatiye sepandin.

Gundê Qermitliqê ku ji koka zêdetirî 350 malî ye, bi tenê 170 malbatên kurd tê de mane, yên din jî ji ereban hatine bicîkirin, lê malbatên mane ji ber stemkarî û zordatiya Ebû Emşe dinalin û tu qezencê û sûdê ji berhemên xwe nabînin piraniya dahatên berheman ji bo bac û têçûnê diçe.

Li her gundekî Efrînê jî bac ji aliyê komên çekdar ve têne sepandin, ji bilî wê yekê jî erebên hawride dest bi berhervkirina berhemê kirine, ku li çend gundên Bilbilê, Raco, Cindirêsê û hin gundên din rewşên diziyê hatine tomarkirin, bê ku sînorek were danîn.

Derbarê koçberkiryên li Şehbayê mal û mulkên wan bi temamî hatine desteserkirin û berhemên zeviyên wan ji bo fermandarên çekdaran e.

Efrîna ji sala 2018an ve ketiye bi destê Turkiyê û komên çekdar ve, ji wê demê ve mal û mulkên welatiyên kurd tên dizîn û talankirin, tevî komîtek hatiye damezrandin ji bo sînorekê ji binpêkirinan re deyne, lê çekdar di binpêkirinên xwe de berdewam in.

Ş.E



423