Piştî Erdoxan... Oxlo gefa encamdana operasyoneke leşkerî dide

Piştî Erdoxan... Oxlo gefa encamdana operasyoneke leşkerî dide

Oct 14 2021

ARK NEWS... Piştî gefên serokê Turkiyê Rceb Teyib Erdoxan, ji encamdana operasyoneke leşkerî li Rojavayê Kurdistanê, wezîrê derve yê Turkiyê Mewlûd Çawîş Oxlo jî geva encamdan operasyonekê li Sûriyê da, bi buhaneya nehiştina terorê û dabînkirina ewlekariyê.

Wezareta derve ya Turkiyê berpisiyaretiya êrîşên YPG li ser baregehên Turkiyê xiste stûyê Her yek ji Rûsiyê û Emerîkayê, tekez kir ku welatê wê li ser operasyoneke leşkerî û rijd e û ragihand her çi pêwîst be ew dê pêk bînin.

Wezareta derve ya Turkiyê nîşan bi wê yekê da jî ku Emerîka van êrîşan şermezar dike, lê di heman demê de piştevaniya leşkerî dide YPG.

Ji aliyê xwe ve Wezareta derve ya Emerîkayê di daxuyaniyekê de huşdarî da Turkiyê ku ji yek aliyê ve û bi tekane tu operasyonan encam bide, herweha kuştina du leşkerên Turkiyê ku endamê hevpeymaniya Natoyê ye şermezar kir.

Derbarê kuştina du leşkerên Turk û birîndarbûna çend leşkerên din li derdora bajarokê Marê li ser sînorê Sûriyê û Turkiyê ku di encam êrîşekê de hatibûn kuştin, hêzên Sûriya Demqratîk red ku berpirs be li ser êrîşê û tu têkiyên xwe bi bûyerê re hebe.

Di hevdemê Turkiyê radigihîne ku êdî sebir û aramiya wan ji kiryar û reftarên PKKê li ser sînor nemaye, PYD, li Rojavayê Kurdistanê û taxên Helebê yê herweha li kampên Şehbayê buhaneyan dide destê Turkiyê, herdem çalakiyên bi bilidkirina alên PKKê û wêneyên Ocelan li dar dixîne. Ku bi heman şêweyî û ji ber wan sedeman Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî ketin bin destê Turkiyê de.

Di vê dema dawiyê de, li deverên hevsînor bi Turkiyê girjî û şer berdewam dikin, çavdêr tekez dikin ku Turkiyê li ser encamdana operasyonê cidî ye, lê divê çireya kesk ji Emerîka û Rûsiya wergire.

Ş.E

188