Jimareya kursiyên PDK bû 34 Kursî di perlemanê Iraqê de
Oct 13 2021
ARK NEWS.. Jimareya kursiyên PDKê ji 32 kursiyan bihtir bû , û bû 34 kursî di Encûmenê Nûnerên Iraqê .
Komisyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku piştî jimartina destî ya dengên jimareyek wîstgehên dengdanê , jimareya kursiyên hinek alî bihtir bû.
Li gorî Komisyona Bilind ya Hilbijartinan jimareya kursiyên PDKê ji 32 kursiyan bû 34 kursî , ku kursiyek li Dihokê zêde bûye , û kursiyek li Silêmaniyê zêde bûye.
507