Dr. Îhsan Efrînî: Bi vegerê kurdayetiya Efrînê dê were parastin

Dr. Îhsan Efrînî: Bi vegerê kurdayetiya Efrînê dê were parastin

Sep 13 2021

ARK NEWS... Her çend e zehmetkêş in, di rêyên ku tê re berê xwe didin Efrînê û bac û pereyên zêde didin, dîsa jî veger li cem wan rûmet e, bi gihandina Efrînê ew êş û derdên dîtine bi xuzaya gund û mal û mulkên xwe re diçin û winda dibin.

Bi berdewamî, koçberkiriyên Efrînê li Şehbayê rû li Efrînê digirin, û gihiştin bi baweriyê ku çareserî bi tenî di vegerî de ye. Pêla vegerê roj bi roj bergerhtir dibe, rojane bi dehan ji malbatên koçberkirî li Şehbayê, derbiderên li Helebê, û penaberên li Lubnan û herêma Kurdistanê derbasî Efrînê dibin û vedigerin ser zêdên xwe.

Dawîn amar li gorî Dr. Îhsan Efrînî dema beşdariya xwe di bultena ARKê de ragihandiye ku 20 malbat ji Şehbayê vegeriyane, û tekez kir ku nasnameya kurdistaniya Efrînê tenê bi vegerê tê parastin.

Malbatên ku vedigerin rastî astengiyan tên, tevî binpêkirinên çekdaran û rêgiriya PYDê ji vegerê re, dîsa malbat dest ji jiyana kampan berdidin û xwe digihînin Efrînê.

Ji dema ku Efrîn ketiye bi destê Turkiyê de, û bi dehê hezaran ji malbatên Efrînê ji mal û mulkên xwe derketin, ji wê demê ve siyasetmedar û çavdêr tekeziyê li ser vegerê dikin, da k utu proseyek guhertina demoxrafî neyê çêkirin.

Ş.E



599