Heleb... Çekdarên PKKê 2 nûciwanên Efrînê revandin

Heleb... Çekdarên PKKê 2 nûciwanên Efrînê revandin

Aug 31 2021

ARK NEWS... Li taxa Şêx Meqsûda Helebê, çekdarên PKKê du nûciwanên jêr 18 revandin.

Li gorî jêderên xwecihî ji Efrînê da zanîn ku her yek ji Ciwan Hebeş û Kawa Birîmo di 19 vê mehê, ji aliyê çekdarên PKKê ve hatine revandin.

Jêderan tekez kirin ku temenê wan 16 salî ne, û ji derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê ne.

Ji aliyê xwe jêdereke tayber ji ARKê re tekez kir ku 23 zarok di wê demê , wate di 19 mehê de hatine revandin û tu zanyarî li ser wan tune ne.

Tax Şêx Meqsû û Eşrefiyê di bin destê PYDê de ne, lê desthelatdarî weke her deverek Rojavayê Kurdistanê bi destê PKKê ye.

Ş.E




546