Pêla vegerê berdewam e: 420 malbat vegeriyane Efrînê
ARK NEWS... Rojane pêla vegerê ber bi herêma Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ve berferehtir dibe, her şev karewan di rêyên zehmet û tengav re, berê xwe didin zêden xwe.
Ji dema ku pêla vegerê dest pê kiriye, bi sedan malbat ji kampên Şehbayê, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, û Lubnanê û hin bajarên din vegeriyane û ta niha pêl berdewam dike.
Li gorî jêderên xwecihî ji ARKê re dane zanîn: Amara Herî dawiyê û ji dema pêla berçav dest pê kiriye zêdetirî 420 malbatî vegeriyane, warên xwe.
Jêderan anî ziman ku malbatên vegeriyane ji şêniyên heft navçeyan e Raco, Mabeta, Cindirêsê, Şera, Şêrawa, Bilbilê, Şiyê serbarî nişteciyên navenda bajêr in.
Siyasetmedar û çavdêr pêla vegerê bi, gaveke pîroz bi nav dikin, lê li hember de tekez dikin ku divê tevger, dezgeh, komela kesayetiyên dewlemend û revenda kurdî xwedî ll van malbatan derkevin û piştgiriyek abûrî û watedarî ji wan re pêşkê bikin da ku bibe sedemeke hander ji vegera hemû koçberkirî, derbider û penaberan re.
Li hember de, ji ber pêla berçav ya vegera koçberkirî û derbiderên Efrîna Rojavayê Kurdistanê, PYDê bi berdewamî hewl dide vê pêlê pûç bike û ji nav bibe, û di rêya rûpel û alîgirên xwe ve, probexandeyê dike û koçberkiyan han dide ku venegerin Efrînê.
Rêklama PYDê, weke çespandina guhertina demoxrafî ya Efrînê ye di demekê bang tê kirin ku divê her kesek vegere û xwedî li mal û mulkên xwe derkeve, di heman demê de PYDê koçberkiryên li kampên Şehbayê dixapîne û ji wan re dide diyarkirin mana di kampan de berxwedan e, û veger xiyanet e. herweha weke martal ji bo parastina herdu bajarokên şîenişîn Nibul û Zehrayê ye bi kar tînin.
Çekdarên PYDê herdem daxwza gerentiyan li Efrînê dikin, lê jêderên xwecihî ji Şehbayê tekez dikin ku gerantî li kampan de tune ye, kiryarên û binpêkiriyên wan di dermafê zarok û ciwanên jêr 18 salî de berdewam dike, û binpêkirinên li Efrînê ji aliyê çekdaran ve têne encamdan bi heman şêweyî binpêkirin li Şehbayê û Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di dermafê koçberkirî û derbiderên Efrînê jî têne encamdan.
Ş.E
452