Emerîka derbarê kuştina Emîn Îsa hate deng
Jul 01 2021
ARK NEWS... Îro 1ê Tîrmeha 2021ê, Balyozxaneya Emerîkî li Şama peytexta Sûriyê, li ser rûpela xwe ye fermî li torên civakî fêsbûkê, derbarê kuştina Emîn Îsa di bin îşkenceyê di zîndanên PYDê de hate deng tê de benga vekirina lêkolîneke bilez û destpak kir.
Balyozxaneyê ragihand: “Emerîka ji raportên behsa mirina Emîn Îsa di zîndanên QSDê de dikin hest bi dilgiraniyeke kûr dike. Da zanîn: Em banga lêkolîneke bilez û destpak dikin.
Ameje kir: Her kesê berpirs e di ber danûstandina xerab bi girtiyan re yan destirêjî kiriye divê werin sizedan”.
Ş.E
589
