Serok Barzanî spasiya Nerwêcê  kir

Serok Barzanî spasiya Nerwêcê kir

Jun 23 2021

ARK NEWS... Roja Çarşemê 23ê Hizêrana 2021ê li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya xanim Tone Alêrs Balyoza Nerwicê li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraqê û pêşhatên dawî yên li ser asta navçeyê û gefa terorê ji Sûriyê û Îraqê hate guftûgokirin û gavên ji bo pêkanîna navendên hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên emniyên Iraqê û herwiha yekxistin û çaksaziya li Wezareta Pêşmerge bi erênî bi nav kir.

Di mijareke din de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û welatê Nerwêcê hate amejekirin, tê de û Serok Barzanî spasî rol û bandora Nerwêcê ji bo alîkarîkirina koçberan û karûbarên xêrxwazî û beşdarbûna li Hevpeymaniya Navdewletiya şerê Dijî DAIŞê kir.



194