Birîtanya û Hevpeymanan li ser parastina Kurdistanê rijd in

Birîtanya û Hevpeymanan li ser parastina Kurdistanê rijd in

Jun 23 2021

ARK NEWS... Roja Çarşemê 21ê Hizêrana 2021ê li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Stêvin Hîgî balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de balyozê Brîtanya li Iraqê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê şermezar kir û ragihand Brîtanya û welatên Hevpeyman li ser parastina Herêma Kurdistanê ji êrîşan rijd in ku aramiya Herêmê bi fakterêke serekî ya aramiya Iraq û navçeyê dizanin.

Her di vê civînê de proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û herwiha gefên li ber hilbijartinên paşeroja Iraqê hate nirxandin.

Herdu aliyan ronahî xistin li ser proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge. Di dawiyê de balyozê Brîtanya li Iraqê piştevanî û hevkariya welatê xwe ji bo serxistina çaksazî û çalaktirkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê tekez kir.


221