Zehra Ehmed: Me behsa danûstandinan kir

Zehra Ehmed: Me behsa danûstandinan kir

Jun 02 2021

ARK NEWS... Encûmena Xwecihiya Girkê Legê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe li bajarokê Girkê Legê yê bi ser Dêrikê ve li dar xist, tê de çendîn mijarên siyasî û rêxistinî gotûbêj kirin.

Di vê derbarê de Zehra Ehmed endama Emîndariya Giştî ya ENKSê ji malpera PDK-Sê re ragihand ku xwecihiyê civîna xwe ya normal li dar xist tê de rewşa siyasî li ser asta Sûriyê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî rawestiyan.

Da zanîn jî ku beşdarbûyan behsa danûstandinên kurdî kurdî navbera ENKSê û PYNKê de kir, herweha ameja bi hin babetên rêxistinî yên girêdayî bi xwecihiyê hat kirin.

Ş.E

246