Xwecihiya Rojava ya ENKSê civîna xwe li dar xist
May 29 2021
ARK NEWS... Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê xwecihiya Rojava ya ENKSê civîna xwe li dar xist, tê de mijar û babetên kurdistanî û sûrî gotûbêj kirin.
Li gorî malpera fermî ya ENKSê ragihaniye ku di civînê de tekezî li ser danûstandinên kurdî kurdî hat kirin, û pêşhateyên dawî li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê gengeş kirin, herwha hin mijarên rêxistî hatin gotûbêjkirin.
Her di civînê de pîrozbahî ji serok Barzanî re bi helkefta şoreşa Gulana hat şandin.
Ş.e
238