Dêrik... Çekdarên PYDê endamekî PDK-Sê revand
May 22 2021
ARK NEWS... Çekdarên PYDê duh li navçeya Çil Axa ya ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve, endamekî encûmena herêmî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya revand, ta niha tu agahî li ser tune ne.
Malpera fermî ya PDK-Sê ragihdand ku çekdarên PYDê, Ebdulxefar Ebdulezîz endamê encûmena herêmî di xwexihiya şehîd Nesredîn Birik de revand, û berev cihekî nediyar hat birin.
Heman jêderê tekez kir, ku li ser rêya gundê Şebek û Abirê li navçeya Çil axa hat revandin, ta niha jî tu zanyarî li ser tune ne.
Ş.E
288