Efrîn... Ebû Emşa avhiyek, 2 dukan û xaniyekî kurdan hilweşandin

Efrîn... Ebû Emşa avhiyek, 2 dukan û xaniyekî kurdan hilweşandin

May 04 2021

ARK NEWS... Di serdema PYDê de, her kesek ji her malbatekê de, bi naçarî derketibû nobedariya bişev yan jî li ser rêbendan rawestiyabû, îro jî li herêma Efrînê, kurdên li ser axa xwe mane, baca wê yekê didin, û ji aliyê çekdaran ve têne revandin.

Rêxistina mafê mirovan li Efrînê anî ziman ku li gundê Kibêşînê yê Şêrawa, çekdarên Feyleq Elşam girtin ser mala sivîlên kurd, bi tometa karkirin bi PYDê re, du welatî revandin, yek ji wan li hember pereyan hate berdan û yek ji wan çarenivîs ne diyar e.

Li navçeya Şiyê jî, çekdarên Emşat, du dukan û avahiyek, û xaniyek hilweşand da ku ji keracekê ji otombêlên çekdaran re ava bike.

Li gor rêxistinên rûberê xanûberên ku Ebû Emşe desteser kiriye, 500 metir ducar e, û ew xanûber yên welatiyên kurd in, ji malbata Nabo ne.

Ş.E

350