Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

May 01 2021

ARK NEWS... Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrîşa duh li ser hêzên Pêşmerge belav kir û got DAIŞ ji valahaiya ewlehî sûdê dibîne ji nû ve xwe ektîv û çalak dike.

Mesrûr Barzanî got Mixabin şeva derbasbûyî di encama êrîşên terorîstên DIŞIê de bo ser hêzên pêşmerge li sînorê devera Pirdê de, çend pêşmergeyek şehîd û birîndar bûn, sersaxî didim malbeta şehîdan û xwe bi hevparê xema wan dizanim.

Da zanîn Weke me diyar kiriye, DAIŞê mişûlî xwe çalak bike, û hîn jî gef û metirsiyeke rastîne li çend deverên Îraqê, bi taybetî li deverên Kurdistanî yên derveya îdareya herêma Kurdistanê ye, herweha terorîstên DIŞIê fêde ji valatiya ewlekarî yaku li wan deveran haye werdigire.

Mesrûr Barzanî tekez li ser girîngiya cîhbicîhkirina hemahengiya ewlekarî di navbera wezareta pêşmerge û artêşa Îraqê de heye kir, heeweha tekezî li ser berdewamiya perwerdekirin û hevkariyên hevpeymaniya cîhanî ya bo hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê bo rûbirûbûna terorîstên DIŞIê û jinavbirina wan ya hertimî û nehêştina metrisî û gefên terorîstên DIŞIê bo ser herêma Kurdistanê û Îraqê kir.

Ş.E

167