Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê derveyê Îranê kir

Serok Barzanî pêşwaziya wezîrê derveyê Îranê kir

Apr 28 2021

ARK NEWS... Roja Sêşem 27.04.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Mihemed Cewad Zerîf Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê û şandeke li gel kir ku ji Îrec Mescîdî Balyozê Komara Îslamiya Îranê li Iraqê û Nesrulla Reşnûdî Konsolê Komara Îslamiya Îran li Hewlêrê û Mehdî Şuşterî Konsolê Komara Îslamiya Îranê li Silêmanî û hejmarek ji karbidest û şêwirmendên Wezareta Derveya Komara Îslamiya Îranê pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreter û Azad Berwarî Endamê Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê amade bûn, rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî yên li nav proseya siyasiya Iraqê û êrîş û gefên li ber Iraqê guftûgo kirin. Her wiha Wezîrê Derveyê Komara Îslamiya Îranê ragihand ku aramiya Herêma Kurdistanê ya ji bo welatê wan girîngiyeke xwe ya taybetî heye.

Her li vê civînê de di derbarê rêyên ji bo gihîştina bi aramiya Iraqê û navçeyê û rûbirûbûna terorê û tundiyê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez jî li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Îranê û pêşxistina wan peywendiyan kirin.

Rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya li ser asayîkirina rewşa Şingalê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê mijareke dinê vê civînê bûn.

262