Brîtaniya û welatên Hevpeyman li ser parastina Kurdistanê rijd in

Brîtaniya û welatên Hevpeyman li ser parastina Kurdistanê rijd in

Apr 22 2021

ARK NEWS... Roja çarşem 21.04.2021 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Stêvin Hêkî Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Brîtanya li Iraqê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê şermezar kir û ragihand Brîtanya û welatên Hevpeyman rijd in li ser parastina Herêma Kurdistanê ji êrîşan û aramiya Herêmê bi fakterêke serekî ya aramiya Iraq û navçeyê dizanin.

Her li vê civînê de proseya siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û her wiha gefên li ber hilbijartinên paşeroja Iraqê hate nirxandin. Li beşeke dinê vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser proseya çaksaziya li Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge û Balyozê Brîtanya li Iraqê piştevanî û hevkariya welatê xwe ya ji bo serxistina çaksazî û çalaktir kirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê dûpat kir.

184