Malbatên efserên kurd: PYDê berpirs e
ARK NEWS... Bêtir ji 8 salan li ser revandina 8 efserên Kurd yên ji rêjîma Sûriyê cuda bûne derbas dibin, hîn jî bê çarenivîs in, û tu agahî û zaniyarî li ser wan tune ne. Serbarî bangên berdewam, dîsa malabtên efserê kurd banga xwe gihand serok Mesûd Barzanî, û hemû alî û partiyên siyasî ku fişarê li ser PYDê bikin da ku çarenivîsa efserên kurd diyar bibe.
Tevî ku li deverên di bin destê rêveberiya Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYDê de hatin revandin lê, di 16 Nîsana 2013an nûçeyên wan hatin birîn, û PYDê dan bi hebûna wan efseran di zindanên xwe, yan jî radestkirina wan ji rêjîma Sûriyê re nekiriye.
Malbata wan tekez dikin ku bi destê PYDê hatine revandin, di daxuyaniyekê de, ku di salvegera 8an de hatibû belavkirin, bi zelalî eşkere kirin ku li gundê Swêdiyê yê Dêrikê hatine revandin.
Efserên kurd ev in:
Emîd Mihemed Xelîl ji bajarê Babê yê Rojhilatê Helebê ye
Eqîd Mihemed Heysem ji bajarê Efrînê ye
Eqîd Hesen Oso ji bajarê Efrînê ye
Eqîd Mihemed Gule Xeyrî ji bajarê Efrînê ye
Muqedem Şewqî Osman ji bajarê Efrînê ye
Raid Behzad Naso ji bajarê Efrînê ye
Neqîb Husên Bekir ji bajarê Efrînê ye
Mulazim Ewel Ednan Berazî ji bajarê Kobanê ye
Ş.E
381