Li R.Kurdistanê di encama teqîna cereyeke xazê de Du kes jiyana xwe ji dest dan
Mar 31 2021
ARK NEWS.. Li Rojavayê Kurdistanê , di encama teqîna cereyeke xazê de 2 kesên bi temen canê xwe ji dest dan.
Jêderek xaecihî taybet ji ARKê re ragihand ku îro cereyeke xazê di nava malekê de li gundê Kolîcê yê bi ser devera Aliyan ve li Rojavayê Kurdistan teqiya , û di encamê de jina bi navê Asya Muhyadîn ya temen 70 salî yekser canê xwe ji dest da , û hevjînê wê yê bi navê Nûrî Seyfedîn ku temenê wî 75 sale bi giranî birîndar bû .
Heman jêderê da zanîn ku ji bo wergirtina çareseriyê ew kalemêr bo Herêma Kurdistanê hate veguhestin , lê piştî demeke kurt ji derbasbûna wî ji H.K re ew kalemêr jî canê xwe ji dest da.
510
