Rêxstina PDK-Sê ya Serê Kaniyê  nûçeya koçbarkirina endamekî xwe belav kir

Rêxstina PDK-Sê ya Serê Kaniyê nûçeya koçbarkirina endamekî xwe belav kir

Mar 28 2021

ARK NEWS .. Endamekî Partiya Dîmukrata Kurdistan Sûriya li nexweşxaneyeke Şama paytexta Sûriyê koça dawî kir.

Rêxistina Serê Kaniyê ya PDK-Sê di birûskeke behîdariyê de nûçeya koçbarkirina Hemîd Şêxmûs Bavê Şiyar Endamê Encûmena Herêmî ya PDK-Sê ragihand.

Li gorî birûska behîdariya Rêxistina Serê Kaniyê ya PDK-Sê xebatkar Hemîd Şêxmûs Bavê Şiyar rastî kirîzeke dil hat , û li li nexweşxaneyeke Şama paytexta koça dawî kir û çû ber dilovaniya xwedê .

310