Serok Barzanî pêşwaziya Papa Fransis kir

Serok Barzanî pêşwaziya Papa Fransis kir

Mar 07 2021

Roja yekşem 07.03.2021 li bajarê Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Papa Fransis Papayê Vatîkan û Katolîkên cîhanê kir.

Li civîneke taybet da Papa Fransîs piştî gihîştina Hewlêrê li gel Serok Barzanî civiya û li civînê de jî spasî taybetî Serok Barzanî kir ji bo parastina pêkhatên olî û neteweyiyên li Herêma Kurdistanê û pêkanîna rewşa pêkvejiyana aştiyane ya li navbera wan da.

Her li vê hevdîtinê de Papa Fransis bi Serok Barzanî ragihand: "Kurdistan ji bîra min neçûye, we ne tenê pêşwaziya min, we pêşwaziyê li Krîstiyanan jî kir‌". Papa balkişand li ser wê yekê û got: "We di dema êrîşên Da'îş Krîstiyanan parast, we wekî bira pêşwaziyê li birayên Krîstiyanan kir".

Her li vê hevdîtinê de, Serok Barzanî hêvî xwest, serdana Papa Fransis, birayetî û pêkvejiyana li nav olan de bihêztir bike û got: "Şanaziyê bi çanda pêkvejiyaniya gelê Kurdistanê dikîn, çanda pêkvejiyana me birayetî û xweşdiviyê zêdetir kiriye, bi navê hemû pêkhatên Kurdistanê pêşwaziyê li we dikîn û serdana we cihê rêzeke zêdeya me ye".

65