Piştî 3 salan... Çekdaran 5 welatî li Efrînê serbest berdan

Piştî 3 salan... Çekdaran 5 welatî li Efrînê serbest berdan

Mar 03 2021

Piştî sê salan ji revandin û binçavkirinê, grûpên çekdar li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, pênc welatî serbest berdan, di nav wan de, diktorek û welatiyekî bitemen jî heye.

Jêderên xwecihî dane zanîn ku her yek ji Dr. Riyad Mela, Lewedn Mihemed Şêxo, Remedan Elî, û Ebdo Cûma, û Ebdulmenan Menla Tahir, serbest hatin beran.

Heman jêderan tekez kirin ku Dr. Riyad Mela ku ji gundê Coqê ye, ji 23 Îlûna 2018an de, hatibû revandin. Herwha Lewend Şêxo ji gundê Dargirê ye, ji beriya du sal û nîvan hatibû revandin.
Remedan Elî ku ji gundê Kokebê yê navçeya Cindirêsê ye, ji beriya du sal û neh mehan hatibû revandin.

Herweha welatiyê bitemen yê bi navê Ebdulmenan Menla Tahir, ku ew jî ji gundê Coqê ye, piştî sê salan ji revandinê hate berdan.

Jêderan tekez kirin beriya werin berdan, çekdaran danpêdan bi hebûna wan di zîndana de nekiribû.

Ş.E

240