Elîko: Her kes dizane nandoz kî ne

Elîko: Her kes dizane nandoz kî ne

Jan 16 2021

ARK NEWS... Fûad Elîko, Endamê komîta siyasî ya Partiya Yekîtî Kurdistanî Sûriya, duh 15ê Çileya 2021ê, ragihand ku cihê şermezariyê ku hêzên Pêşmergeyên leşkerê Roj bi nandoz were binavkirin.

Elîko, di dema beşdariya xwe di bernameya Hevpeyvîna ARKê de bersiva Aldar Xelîl, serkirdeyê PYDê da û got, şerm e ku ke hêzên Pêşmerg bi nandozan werin binavkirin, di demekê de ye ku her kurdek dizane ku nandoz û çete kî ne, û kîjan alî ecindeyên welatên dagîrkerên Kurdisatnê cî bi cî dikin.

Elîko herweha da zanîn ku hêzên Pêşmergeyên leşkerê Roj fermanên xwe ji herêma Kurdistanê werdigirrin, û tu carî bandora ecindeyên tu aliyekî li ser wan tune ye.

Ş.E

227