Şêniyên Rojavayê Kurdistanê salvegera 6an ya şehîdbûna Pêşmerge Welat Ebdulkerîm tînin bîra xwe

Şêniyên Rojavayê Kurdistanê salvegera 6an ya şehîdbûna Pêşmerge Welat Ebdulkerîm tînin bîra xwe

Jan 15 2021

ARK NEWS .. Di 16ê Çileya 2021ê salvegera 6an ya şehîdbûna pêşmerge Welat Ebdulkerîm Elî ye, ku ji ber birînên xwe di şerê dijî DAÎŞê li dibistana Xerayic li qezaya Tilefir, şehîd bû.

Şehîdê Pêşmerge Welat Ebdulkerîm Elî, di nexweşxaneyeke Duhokê, di 16/1/2015an de şehîd bû, piştî ku bi her çar şehîd pêşmerge Emgiyan Badînî, Besam Mihemed Xelef, Basil Hacî û Xemgîn Xelîl Osman, ji aliyê DAÎŞê ve hatibû armanckirin.

Ew herçar şehîdên navbûrî yekser şehîd bûn, lê şehîd Welat ji bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin da ku çareya xwe bibîne, lê ji ber birînên xwe piştî çend rojan şehîd bû.

Şehîdê Pêşmerge Welat EbdUlkerîm Elî, şêniyên bajarê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye, û li bajarê Zaxo bi xak hat sipartin.

Ş.E

242