PKKê gefan didin malbatên Pêşmergeyên Leşkerê Roj
Dec 03 2020
ARK NEWS... Hevdemê şêniyên Rojavayê Kurdistanê hêvî û omîdên xwe li ser danûstandinên kurdî - kurdî danîne, ku bibe sedemek ji aramî û aştî û pêkvejiyanê re, çekdarên PYDê malbatên Pêşmergeyên Rojava li Dirbêsiyê û Amûdê bang ji wan re şand û gef bi tometên bê bingeh li wan xwarin.
Li gor agahiyan kesên ku lêkolîn bi malbatên Pêşmergeyên Roj re kirine kadroyên PKKê ne û ji şêniyê Bakurê Kurdistanê ne.
Heman jêderan dane zanîn ku ew kadroyên PKKê li stixbaratên bajarê Dirbasiyê dewam dikin û navên wan jî Baran û Şervan in.
335