Xwecihiya Tirbespiyê ya ENKSê civîna xwe li dar xist

Xwecihiya Tirbespiyê ya ENKSê civîna xwe li dar xist

Nov 28 2020

ARK NEWS... Encûmena xwecihî ya Tirbespiyê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê civîna xwe ya normal li dar xist, tê de danûstandinên kurdî kurdî û hin mijarên din gengeşe kirin.

Malpera ENKSê da zanîn ku duh di civîna encûmena xwecihî ya Tirbespiyê de, behsa pêşhateyên dawiyê li Rojavayê Kurdistanê û hin mijarên rêxistinî kirin.

Li ser danûstandinên kurdî kurdî, malperê ameje kir ku beşdarbûyan ronî xistin ser danûstandinan navbera ENKSê û PYNKê û tekez kir ku di rojên bê de dê careke din berdewam bibin.

Ş.E

222