Hûrguliyên tawana gundê Kîmarê yê Efrînê

Hûrguliyên tawana gundê Kîmarê yê Efrînê

Nov 28 2020

ARK NEWS... Duh 27ê Mijdara 2020an, gundê Kîmarê yê navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê li ser tawanek hovane di dermafê sê welatiyên sivîl yê kurd hişyar bû, ku ew hersê welatî li ser destê PKKê hatin terorkirin, du ji wan şehîd bûn yek ji wan birîndar bû.

Tawan demijmêr 10 sibê bû, û girûpek ji PKKê derbasî gundê Kîmarê bû, û her yek ji çotkarê nûciwan Hemo Cengîz Necar ku 16 salî ye, û şivanê bitemen Ebdulrehman Hemo 75 salî bi şêweyekî hovane dane ber lêdan û eşkenceyê û bi dehan fîşekan şehîd kirin. Welatiyê bi navê bi Mesûd Mecîd Cimo birîndar bû ku hersê welatî sivîl in, û şivantî, û karê çotkariyê dikirin.

Şamîran Necar apê şehîdê kurd Hemo Necar ji ARKê re behsa hûrguliyan kir û tekez kir biraziyê wî û welatiyê bitemen, ji aliyê PKKê ve hat terorkirin.

Ji aliyê xwe ve rêxistina mafê mirovan li Efrînê ew tawana bi destê PKKê piştrast kir û got grûpek ser bi rêjîma Sûriyê bi navê hêzên rizgarkirin Efrînê yên li gundê Soxanekê dimînin, di rêya geliyê Lolik, yê navbera Kîmar û Kurzêlê de derbasî gundên di bin destê Turkiyê de bû bi buhaneya ku li Cebel Elehlam, operasyon encam bidin, lê li şûna operasyonê ew tawan di dermafê hersê welatiyên kurd de encamdan.

Heman rêxistinê tekez kir ku Ciwanê kurd Mesûd Cimo, piştî dengê fîşekan bihîst, karîbû bireve, û lê bi çavê xwe bû dîdevan û bînerê û şahidhalê tawana bi destê YPGê yan hêzên rizgarkirina Efrînê hatiye encamdan.

Her di vê derbarê de raweneha Sûriyê ya mafê mirovan anî ziman ku tawan bi destê hêzên kurdî hatiye encamdan, û nûciwanê kurd Hemo bi tundî hatiye eşkencedan û bi 40 fîşekî, hatiye kuştin herwiha guleyên bêserûber çotkarên kurd armanc kirin.

Piştî tawanê di dermafê sivîlên kurd de alavên PKKê û PYDê yên rojnamegeriyê nûçe bi bervajî belav kirin û tomet arastî Turkiyê û girûpên çete kir.

Lê apê yek ji qurbaniyan, rewangeha Sûriyê ya mafê mirovan , û rêxistina mafê mirovan, encûmena sivîl ya Efrînê û çalakvan û rojnamevanên Efrînê tekez kirin ku tawan bi destê çekdarin kurd hatiye encamdan, û ew yek ji kîn û zikreşiyê hatiye.

Ş.E



300