Rêxistinek banga diyarkirina çarenivîsa bêtir ji 500 revandiyên kurd ji Efrînê dike

Rêxistinek banga diyarkirina çarenivîsa bêtir ji 500 revandiyên kurd ji Efrînê dike

Nov 24 2020

ARK NEWS… Bêtir ji 500 welatiyên kurd yên Efrînê bê çarenivîs in, û di zîndanên girûpên çekdar yên destê xwe danîne ser herêmê, û zîndanên Turkiyê de ne. Çarenivîsa wan ne diyar û tu agahî û zaniyarî li ser wan tune ne. Rêxistina mafê mirovan li Efrînê di raporteke xwe di 23ê Mijdara 2020an de bengek belav kir tê de, bang li aliyên navdewletî, û rêxistinên mirovî yê cihanî û aliyên peywendîdar kir ku çarenivîsa bêtir ji 500 revandiyên kurd diyar bikin.

Heman rêxistinên di banga xwe de, xwest ku fişar û guvajê liser Turkiyê, û hevpeymaniya niştîmanî ya hêzên opozisyona Sûriyê, herwiha hikûmeta Sûriya demkî bikin ku çarenivîsa wan revandiyan diyar bikin.

Rêxistina mafê mirovan eşkere kir ku piraniya revandiyan, ji bo zîndanên Turkiyê hatine veguhestin, û di dadgehên nefermî de hatin dadgehkirin, beşek ji wan bi ta dawiya jiyanê û beşek bi sizeyên tund û dijwar hatine dadgehkirin.

Ji aliyê xwe ve jêdereke taybet ji ARKê re tekez kir ku hilmeta girtinê berdewam e, li herdu navçeyên Mabeta û Cindirêsê, derdora 10 kesan hatin binçavkirin.

Li gor heman jêderê ronî xiste ser ku: Tometa wan xizmetkirina di dema rêveberiya PYDê de ye, û bac weke fidiye li hember serbesberdana wan destnîşan kirine.

Di nav wan 500 welatiyên kurd de, jin keç, kal, pîr, ciwan rewşenbîr, dIktorên zanîngehê, pizîşk, endezyar, û ji her nivşekî tê de ne, bi tenê tometek heye ew jî PYDê û PKKê ye. Çalakvan tekez dikin ku ew tomet wek çekekê ji xwe bi kar tînin da gujmek pereyan bi dest xwe ve bînin.

Di meha bûrî de netewên yekgirtî raportek belav kir tê de got ku tawanên cengî li Efrînê hatine encamdan, nexasim tekezî li ser girtiyên ku ji Efrînê ji bo Turkiyê têne veguhestin kir, û weke tawaneke cengî bi nav kir.

Tevî wê raport netewên yekgirtî, û bangên herdem ji rêxistênên xwecihî, û cîhanî, lê Turkiyê û çekdar li ser nediyarkirina çarenivîsa revandiyan rijd in, berûvajî ku hilmeta girtinê berdewam e.

Ş.E

230