Barzanî: Hêvîdari m ev helkefta pîroz sedemek be ji bo bihêzkirina giyanê lêborînî û pêkvejiyana olî û neteweyî
ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî, îro nameyek bi helkefta jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê, belav kir. Naveroka nameyê ev e:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta bîranîna jidayikbûna pêxemberê mezin Mihemed Mistefa (Silavên xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li misilmanên cîhan û Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.
Hêvîdari m ev helkefta pîroz sedemek bê ji bo zêdetir bihêzkirina giyanê lêborînî û pêkvejiyana olî û neteweyî û mezhebî ya li Kurdistan û Iraq û cîhanê.
Ji yezdanê mezin dixwazin li vê helkefta pîroz da dergeha xêr û bereket û xweşiyê li rûyê gelê Kurdistan û gelên navçeyê bi giştî veke û sitem û zulma li ser mîletan bi dawî bê.
460
