Amûda... Ciwanekî Kurd hat kuştin

Amûda... Ciwanekî Kurd hat kuştin

Oct 17 2020

ARK NEWS... Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ciwanekî kurd di şerekî de hate kuştin.

Jêderine xwecehî dane zanîn, ku di encama şerekî di navbera ciwanê kurd Merwan Ebdê xelkê bajarê Amûdê û hejmarek kesên ji pêkhateya ereb ji gundê Keramê, Merwan li ser destê wan kesan bi guleyan hate kuştin, bê ku sedemên pevçûnê diyar bibin.

Jêderê amaje kir, ku piştî ciwanê kurd birîndar ket ji nexweşxaneyê re hate veguheztin lê ji ber tundiya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

Gundê Keramê yek ji 11 gundê ereba ne, ku rêjîma Sûriyê ew di biryara zinara erebî de sala 1962an li deverên derdora Amûdê ava kirine û 4 kîlo metir li Rojavayê bajarê Amûdê dikeve.

237