
Efrîn... Çekdar dê mizgeftekê li gundekî Êzîdiyan ava bikin
Oct 15 2020
ARK NEWS... Girûpên çekdar yên bi ser Turkiyê ve hewla avakirina mizgeftekê li gundekî Êzîdiyan li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê dikin.
Jêderên taybat ji ARKê re ragihandin, ku girûpên çekdar yên bi ser Turkiyê ve hewla avakirina mizgeftekê li gundê Basûfanê yê bi ser navçeya Şêrawa li Efrînê dikin, ku weltiyên wî gundî hemû Kurdên Êzîdî ne, û ev yek bûye cihê nerazîbûnê li cem welatiyên gund.
Ji destpêka sala 2018an ve ji dema êrîşa Turkiyê û girûpên çekdar yên bi ser ve li ser Herêma Efrînê û binpêkirinên wan dest pê kirine, ku berî niha jî guristanên Êzîdiyan helweşandine.
474