28 sal li ser şehîdbûna Pêşmerge Elî Umer re derbas dibin

28 sal li ser şehîdbûna Pêşmerge Elî Umer re derbas dibin

Oct 11 2020

ARK NEWS... Îro Yekşemê 11ê Cotmeha 2020an, 28 sal li ser şehîdbûna Elî Umer Xelîl, ku li ser destê rêjîma Îraqê hate şehîdkirin darbas dibin.

Şehîd Elî Umer li gundê Rîhanîkê yê bi ser bajarê Dêrikê li Rojavayê Kurdistanê, di 1ê Çileya 1972an de ji dayîk bûye û xebateke mezin di ber doza Kurdî de kiriye, ku tevlî serhildana Kurdan ya di sala 1991ê de li Başûrê Kurdistanê bû, û mil bi mil bi Pêşmergeyên qehreman re berevaniyê di ber xaka Kurdistanê de dikir.

Elî Umer destpêkê tevlî bereya Kurdî bû û di gelek şeran de beşdar bû, bi hevalên xwe re navçeya Sîmêlê ya bi ser bajarê Duhokê rêzgar kir, û piştre derbasî bereyên Musil bû, ta ku karîbûn Herêma Kurdistanê rêzgar bikin.

Se'îd Umer birayê wî yê piçûk e ku ew jî tevlî rêzên Pêşmergeyan bû, û niha endamê komîta navendî û berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya PDK-Sê ye.

Şehîd û xebatkarê Kurd Elî Umer di 11ê Cotmeha 2020an şehîd ket, û li navçeya Sîmêlê ya bi ser bajarê Duhokê bi beşdariya cemawerî berfireh bi xakê hate sipartin.

359