Li Şamê endamekî PDK-Sê çû ber dilovaniya Xwedê

Li Şamê endamekî PDK-Sê çû ber dilovaniya Xwedê

Oct 06 2020

ARK NEWS... Li Şama paytexta Sûriyê, endamê encûmena xwecihî ya partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriyê Xezwan Ebdulrehman Remedan, ji ber nexweşiyekê çû ber dilovaniya Xwedê.

Malpera fermi ya PDK-Sê da zanîn ku Remedan di nexweşxaneyeke Şamê de koça xwe ya dawiyê kir, ku ji kampa Barîka ya penaberên Rojavayê Kurdistanê, berê xwe da bû Şamê da ku çareseriya xwe bibîne,

Xezwan Ebdulrehman Remedan jidayîkbûyê 1983an e, ji gundê Gir Kendal yê ser bi Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve ye, û li kampa Brîka niştecî bû.

Ş.E

354